Kurdistan

Li bajarê Reqayê Hevpeymaniya Navdewletî baregeha leşkerî ya duyemîn amade dike

NAVENDA NÛÇEYAN-Hevpeymaniya Navdewletî dest bi amadekariya avakirina baregeha duyemîn li bajarê Reqayê kir, piştî ku êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019`an de ji herêmê vekişiya.

Baregeha nû di navbera pirên kevin û yên nû de ye li bajar, ku hêzên hevpeymaniyê malzemeyên lojîstîkî û blokên çîmentoyê anîne ji bo bihêzkirin û parastina wê.

Amadekirina vê baregehê piştî hefteyekê ji amadekirina baregeheke leşkerî li navenda Firqeya 17 li bajarê Reqayê tê, ku firokxane û baregeheke leşkerî tê de ye.

Di peyameke zelal de derbarê veguhestina hêzên Amerîkî li Reqayê, hêzên Amerîkî dewriyeyeke leşkerî li devera Rêya Ebyedê ya 25 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê pêk anîn.

زر الذهاب إلى الأعلى