Kurdistan

Qurbaniyek din bi guleyên cendirmeyên Tirkiyê

NAVENDA NÛÇEYAN-Cendirmeyên Tirkiyê berdewam in li ser bikaranîna hêza kujer ji bo armanckirina penaber û koçberên Sûriyê li ser sînoran û bi awayekî hovane êrişî wan kesan dikin ku ew digrin û karibin ji sekvanên Tirkiyê birevin. Divê çarçoveyê de ciwanek li ser sînorê Sûrî-Tirkî bi gyleyên cendermeyan hat kuştin.

Li gor agahiyan ku navê wî ciwanî Menaf El-Iweyid (30) salî ku dixwest derbasî axa Tirkiyê bibe, li ser sînorê Sûrî-Tirkî bi guleyên cendirmeyên dewleta Tirk ya daîrker ve jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan (SHOR) li Sûriyê ku Menaf El-Iweyidji bajarokê Buqris Tehtanî, li rojhilatê Dêra Zorê ye.

Roja 23`ê vê mehê, çalakvanên Rewangehê çavdêriya jiyana xortekî û birîndarbûna 2 jinan bi rêjeyên cuda kiribûn, ku di encama gulebarana “Cendirmeyên” Tirkiyê li komek welatiyan û bi tundî lêdan li 2 jinan li rojavayê Serê Kaniyê, li bakurê rojavayê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê xistibû, dema ku hewl didin ji sînorê Sûriyê derbasî axa Tirkiyê bibin.

Divê çarçoveyê de daxwaza welatiyan ji bo koçberkirina di nav axa Tirkiyê re zêde dibe, da ku ji zilma kiryarên dagîrkeriyê û binpêkirinên wê yên li dijî sivîlan li herêmên Sûriyê yên dagîrkirî rizgar bibin.

زر الذهاب إلى الأعلى