Kurdistan

Îran rojnemavek destgîr kir û cezayên 2 salan lê birî

NAVENDA NÛÇEYAN-Êrişên dewleta Îranê yên li ser rojnamevan, çalakvan û welatiyan dewam dikin.Hat zanîn ku Rojnamevanek ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn pêk aniye, dewleta Îranê 2 sal ceza lê birî.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike û 134 roj li pey xwe hiştin. Herwiha Îran ji bo dawîanîna serhildanê serî li hemû rê û rêbazan dide.

Divê çarçoveyê de Rojnamevanek bi navê Nazîla Merufyan, xelka bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, piştî Jîna Emînî hate qetilkirin, bi bavê Jîna re hevpeyvîn kiribû, hat girtin û cezayên 2 sal girtîgehê lê hat birîn.

Li gorî agahiyan, ji bilî cezayê girtîgehê, 15 milyon pereyê Îranê jî lê hatiye birîn û qedexeya derketina derve ji bo 5 salan jî lê hatiye birîn.

زر الذهاب إلى الأعلى