Şaredariya du taxên Helebê projeyên xizmetguzeriyê rawestandin

NAVENDA NÛÇEYAN-Bandorên neyînî yên dorpêça li ser Taxên Heleb ji meha Tebaxa sala borî hatiye ferzkirin û roj bi roj zêdetir dibin. Herî dawî jî tevgera xizmetguzariyê li herdu taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd rawestiya.
Divê çarçoveyê de, çavkaniyan ragihandin ku Şaredariya Gel ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêçê li ser herdu taxan neçar ma ku projeyên xizmetguzariyê ji bilî yên paqijiyê, rawestîne.
Hate zanîn ku bi armanca domandina xebatên veguhastina çop, gemarê û paqijkirina taxan, Şaredariya Gel ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê neçar ma ku sotemeniya ji bo projeyên xizmetguzariyê depo kiribû, ji bo xebatên paqijiyê bi kar bîne ji bo ku çopê rake ku mayîna wê dibe sedema gelek nexweşiyan.
Li gor heman çavkaniyê ku hejmara amûr û erebeyên Şaredariyê Gel yên beşa paqijiyê kêm bû û karmendên şaredariyê neçar dimînin ku xebatên paqijiyê bi destan bidomînin.