Kurdistan

Ji bo azadiya lêderê PKK`ê li Barcelonayê konserek hat lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN-Hate ragihandin ku li paytexta Katalonya Barcelonayê ji bo azadiya Lêderê PKK`ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî konserek bi navê “Ji bo Kurdistanê dema hêviyê” hat lidarxistin.

Li gor agahiyan kju konser bi piştgiriya dostên Kurdan, Platforma Azadî, Cîemen û komên din yên piştevaniyê, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî pêk hat.

Çavkaniyan diyar kirin ku konsera ku bi dirûşmeyên “Ji bo mafê çarenûsiya gelê Kurd û azadiya Lêderê PKK`ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî! Dona, Vida, Libertat! (Jin, Jiyan, Azadi!)” hat lidarxistin, bi piştgiriya partiyên çepgir, sosyalîst û yên serxwebûnxwaz yên parlamento û hikûmeta Katalonyayê pêk hat.

Herwiha konser tevî hunermend Diyar Dêrsim hunermendên Katalan Clara Peya, Ebri Knight, Las Bajas Pasiones, Lil Rusia, Adala û Mabel Flores derketin ser dikê.

Ji Rêxistina Parastina Zimanên Bindest David Minoves, ji Partiya Jinûve avakirina Komunîst yê Îtalyayê Ramon Montavani, Parlamenterê Partiya Çepgir a NavKomarî ya Katalan Ruben Wansberg, Parlamentera Partiya Gel a Yekbûyî Eulalia Reguan û Serokê berê yê Rêveberiya Xweser yê Katalonya yê li sirgûnê Charles Puigdemond di konsere de amade bûn.

زر الذهاب إلى الأعلى