Kurdistan

Li gundên Til Rifet êrişên Tirkiyê

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk ya dagîrker binpêkirinên xwe yên li bajarên Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê û gundên Til Rifetê dewam dike û jiyana welatiyên li van herêman dimînin dixe xeterî û metirsiyên mezin.

Li gorî agahiyan îro di danê sibehê dewleta Tirk ya dagîrker bi topên giran êrişî gundê (herbel) yê Til Rifetê kir tê payîn ku ev herêm bi sivîlan dagirtîbû.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku zerer gihişt zeviyên welatiyan û zerar gihişt sivîlên deverê.

Li Rojavayê kurdistanê bi vê yekê her roj dibin êrişa dewleta Tirk de rû bi rû dimîne û zerar dighêje welatiyan û zeviyên wa, Ku ne tenê jiyana xwe ji dest didin lê belê pê re zevî jî. Ev binpêkirinên rojane yên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê ne.

زر الذهاب إلى الأعلى