Kurdistan

Pakistanê otobus qelibî: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan

NAVENDA NÛÇEYAN- Hate diyarkirin ku li eyaleta Belûcistan a Pakistanê otobusek di geliyekî de qelibî û tê gotin ku 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyên medyaya Pakistanê otobuseke rêwiyan dema ji Kûettayê diçû Karaçiye li herêma Lasbelayê di geliyekî de qelibî.

Herwiha Rayedaran diyar kirin di qezayê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên polîsan gotin piştî ku otobus qelibiye, ji pirê ketiye û dûre jî agir bi otobusê ketiye.

زر الذهاب إلى الأعلى