Li Şex Meqsûda Helebê 35 avahiyên din di bin gefa hilweşînê de ne

NAVENDA NÛÇEYAN- Di 22`ê vê Çileyê de, li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê avahiyek 5 qatan bi ser 7 malbatan de hilweşiya. Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Divê çarçoveyê de sedema hilweşîna wê avahiyê hat zanîn. Herwiha Serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel ya taxa Şêx Meqsûdê endazyar Ednan Caro destnîşan kir ku sedema hilweşîna avahiyê beriya hefteyekê, kombûna avê di bin avahiyê de ye.
Serokê Nivîsgeha Fenî destnîşan kir ku 35 avahiyên din di bin gefa hilweşînê de ne.
Ednan Caro eşkere kir ku piraniya avahiyên taxê bi awayekî bêserûber hatine avakirin. Ev avahî piştî kirîza Sûriyê bê çavdêrî û ne li gorî merc û pîvanan, hatine avakirin. Ji ber vê yekê di binsaziyê de pirsgirêk derketin.
Girêdayî tedbîrên şaredariyê ku ji bo avahiyên li ber metirsiya hilweşînê ne girtine Caro dibêje ku Komîteyên xizmetguzariyê yên taxê li gor planeke taybet wan avahiya taqî dikin û giliyan digihînin me.
Caro diyar kirk u ew jî li gor rewşê tev digerin, lê di warê peydakirina madeyên sereke û pêdiviyên avakirinê de em gelek zehmetiyan dikişînin. Nexasim ji ber dorpêça li ser taxê hatiye ferzkirin. Ji ber wê jî em banga bidawîkirina vê dorpêçê dikin da ku karesetên dîtir çênebin.