Kurdistan

Raperîna li Îran û Rojhilatî Kurdistan berdewam e

NAVENDA NÛÇEYAN-Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` li Rojhilatî Kurdistan û Îranê 135 roj li pey xwe hişt.Divê çarçoveyê de, Îran ji bo dawî li serhildanê bîne serî li hemû rê û rêbazên hovane dide.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji xwepêşandanên gel, dadgehên Îranê li xwepêşander, mamosta, çalakvan û rojnamevananan cezayên giran dibire.

Çavkaniyan diyar kirin ku li bajarên Îranê gelek çalavkanên civaka sivîl, hunermend, akademisyen, rojnamevan û welatî, bi hinceta ku tevlî xwepêşandanan bûne û piştgirî kirine, ceza li wan hate birîn.

Di heman çarçoveyê de, tevî hemû kuştin, darvekirin, girtin û binçavkirinan jî nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji roja ku Jîna Emînî hatî kuştin û heta îro dewam dikin.

زر الذهاب إلى الأعلى