Cîhan

Di teqîna mizgeftekê li Pakistanê 28 kuştî 150 birîndar

NAVENDA NÛÇEYAN-Îro li Pakistanê di encama teqîna mizgefta bêşwar 28 kes hatin kuştin û zêdetirî 150 kesî bi giranî birîndar bûn.

Berdevkê Nexweşxaneya lîdî rîdîng ya bêşwar Mihemed Asim ku birîndar rakirin e, ragihand ku serjimêriya dawî ya kuştiyên teqînê, 28 kesan canê xwe ji dest dan û 150 birîndar bûn herwiha hin ji wan birînên wan giran in.

Li gorî perpirsên ewlehiyê Riyad Mehsûd, kesê xwe di hundirê mizgeftê de teqand di rêza yekem ya nimêja de bû. Hat diyarkirin ku di nava kuştî û birîndarên mizgeftê de hêzên ewlehiyê hebûn.

Mehsûd piştrast kir ku operasyona xelaskirina kesên ku di bin kevrên wêrankirî de mane dewame û rewşa awarte li nexweşxayên bajar hat ferzkirin û têmên herî xurt yên tenduristiyê amade ne.

زر الذهاب إلى الأعلى