Kurdistan

Li Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê di opareyoneke hêzên YAT de hat girtin

DÊRA ZOR –Li Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê ku di amadekariya êrîşekê de bû di encama operasyonekê hêzên YAT de hate girtin.

Li gor agahiyan, Yekîneyên Antî Teror (YAT) piştî lêpirsîn û lêkolînan, li Dêra Zorê li ser şaneyekê razayî ya çeteyên DAIŞ’ê operasyonek taybet lidarxist û di encamê de çeteyek bi çek û alavên ji bo di plana êrîşê de wê bi kar anîbûya hat girtin. Ev demeke ku hêzên HSD û YAT bi hevparî li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê pêngavek dabûn destpêkirin, di encama lêkolîn û lêpirsînan de çeteyekî DAIŞ’ê li Dêra Zorê cihê lê dima bi baldarî hat dorpêçkirin. Di encama operasyona taybet de çeteyek DAIŞ’ê ku hat ragihandin amadekariya êrîşekê dikir beriya pêk were hat girtin. Bi çeteyê re qeleşnîkofek, 3 telefonên destan, nisbeyek pir mezin ji zexîreyan hat girtin.

Hat diyarkirin ku ev operasyon yek ji wan operasyonên HSD û YAT a ku ev demeke destpêkiriye ye. Ji aliyê rêveberên HSD û YAT ve hat ragihandin ku heya êrîşên terorî û şaneyên çeteyan dawî nebin dê operasyonên wan ên bi vê rengî berdewam bikin. 

زر الذهاب إلى الأعلى