Kurdistan
Li ser operasyonên qaçaxçiyê şerê çeteyan

NAVENDA NÛÇEYAN-Hate ragihandin ku di çarçoveya ne ewlekarî ya navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de yên di nava axa Sûriyê de, di navbera du aliyan de li ser operasyonên qaçaxçîtiyê şer û pevçûn derketin.
Çavkaniyan diyar kir duh şer û pevçûnên çekdarî di navbera endamên komên Ehrar El-Şerqiye û Firqeya 20 ya girêdayî artêşa wetenî ya alîgirên Tirkiyê de, li yek ji navçeyên di navbera bajarokên Girê Spî de li bakurê Reqayê û Serê Kaniyê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê qewimî.
Li gor agahiyan ku pevçûn û piştî nakokiya di navbera her du aliyan de li ser rêyên qaçax ji bo Tirkiyê derketin, bêyî ku agahî derbarê ziyanên mirovî bên.