Piştî îşkenceyê, organên wî hatin firotin

NAVENDA NÛÇEYAN-Duh pêncşemê, danê êvarê, cendirmeyên Tirkiyê termê xortê Sûrî bi navê “Ebdulrezaq Xelîl El-Hicar El-Lehîbî” (18) avêtibûn nêzîkî dergehê Bab El-Hewa li Idlibê, piştî çend rojan ji kuştina wî bi îşkenceyê.
Li gor agahiyan ku Eşîra El-Lehîb bang li rayedarên Tirk kir ku çarenivîsa ciwanê bi navê Ebdulrezaq Xelîl El-Hicar El-Lehîbî eşkere bikin ku bi komek xortan re derbasî sînorê Tirkiyê bû, ji ber ku cendirmeyên Tirk ew kuştin, piştî ku di bin îşkenceya cendirmeyan de jiyana xwe ji dest da, tevî 7 kesên ku rastî lêdana bi amûrên tûj û giran hatin.
Xortên sax filitîn tekez kirin ku ciwanekî din yê bi navê “Ebdulrezaq Xelîl” di bin îşkenceyê de hatiye kuştin, lê cendirmeyên Tirkiyê termê wî avêtine nav çolan, li şûna ku radestî dergehê bikin.
Herwiha navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên di bin destê Tirkiyê û aliyên ser bi wê ve, hema rojane dibin şahidê dilgiraniya gel li hember komkujiya cendirmeyan li ser sînorê Sûriyê bi xwîneke sar.