Kurdistan

HSD: Di qezaya helîkopteran de li Başûrê Kurdistanê 9 şervanên me şehîd bûne

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokatîk (HSD) bi daxuyaniyekê eşkere kirk u 9 şervanên wan di qezeya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, HSD`ê nasnameya şehîdan eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, êvara 15ʹê Adara 2023ʹan, dema ku ji Yekîneyên Antîteror (YAT) hêzek diçû bajarê Silêmaniyê, du helîkopterên ku wan vediguhstin ji ber rewşa hewayî ya nebaş qeza kirin. Di encamê de 9 şervanên me, di nav de fermandarê YATʹê Şervan Kobanê şehîd bûn.

HSD`ê sersaxî ji malbatên şehîan û tevahî gelê herêmê re xwest û soz da ku xeta wan bişopînin û heta pêkanîna armancên ku ji bo wê şehîd bûne, wefedarê fedakariyên wan bin.

زر الذهاب إلى الأعلى