Cîhan

Koalîsyona Navneteweyî ji bo şervanên HSD`ê peyama sersaxiyê weşand

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevbeş ên Koalîsyona Navneteweyî daxuyanî li ser rûpelên xwe ya facebook û twîtterê weşand. Fermandariyê ji ber şehadeta 9 şervanan a di qezaya helîkopterê de sersaxî ji HSDʹê re xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ” Em sersaxiyê ji şirîkên xwe HSDʹê û malbatên lehengên ku di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane re dixwzin.  Em vê êşa kûr bi malbat, hezkirî û hevreyên şehîdan re parve dikin. Fedakariyên wan ên di xizmeta welat de û karên wan ên domdar ên ji bo parastina ewlehî û istiqrarê li Sûriyeyê nayê jibîrkirin.”

زر الذهاب إلى الأعلى