Iraq: Serçeteyekî DAIŞ`ê li herêma diyala hat girtin

NAVENDA NÛÇEYAN-Hêzên leşkerî yên Iraq îro bi daxuyaniyeke fermî raghandin ku di operasyoneke Istixbaratî de li mûhafezeya Diyala ya Iraqê serçeteyekî DAIŞ`ê hat girtin.
Ajansa Istixbaratî ya leşkerî a Iraqê, di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku di opareyonek Istixbaratî de hêzên wan serçteyekî leşkerî yê DAIŞ`ê bi navê Xalid Bin El Welîd li herêma diyala girtin.
Herwiha serçeteyê bi navê Xalid Bin El Welîd gelek binpêkirin û kuştin pêkaniye û di heman demê de hêzên Iraqî diyar kirin ku balefirên wan yên şer du nuqteyên DAIŞ`ê li qidai Toroz Xirmato li mûhafezeya Selahidîn ku çeteyan xwe tê de bi cih kiribûn rûxandin.
Hêzên leşkerî yên Iraqî operasyonên xwe li dijî şaneyên çeteyan didomîne li gelek dever û herêmên cûda ji bo dawiyê li şaneyên çeteyan bînin.