Kurdistan

Polîsên Tirkiyê zarokê Kurd işkence kirin û avêtin ber çem

NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. (14) duh bi şev dema bi hevalê xwe yê 10 salî vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hate sekinandin, dû re hate revandin û îşkencekirin.

Li gorî nûçeyeke ajansa Mezopotamyayê, Zarokê bê sedem revandin ewilî birin zeviyeke tena ya li ser rêya gund. Dû re polîsan li Y.D. ferz kirin ku bêje tirk e û bi gotina “Xebera bêje kurdan, sirûda Îstîklalê bixwîne” li wî dan.

Polîsan dev, dest û lingên zarokê ku bi îşkenceyê anîn ber mirinê girêdan û danîn nav çirava li kêleka çem. Zarokê ku di tariya şevê de gundiyek pê hesiya û ew rakirin nexweşxaneyê, xetereya wî ku çavekî xwe winda bike heye.

زر الذهاب إلى الأعلى