Cîhan
Balefirên Israîlê êrîşî firikxaneya Helebê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Îsraîlê bi mûşekan êrîşî Firokxaneya Helebê ya Navdewletî kir û di encamê de ziyanên madî giheştin firokxaneyê.
Ajansa Nûçeyan a Sûryiê “SANA” ragihand, îro berbangê demjimêr 03:55 Îsraîlê ji aliyê Deryaya Sipî ji rojavayê Laziqiyê ve bi çend mûşekan êrîşî Firokxaneya Helebê ya Navdewletî û derdora wê kir û di encamê de ziyanên madî giheştin firokxaneyê.
Li gorî SANA`yê di encama êrişê de “hinek ziyanên madî li firokexaneyê çêbûne.”
Roja 7ê Adarê jî, Artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kiribû û ev yek jî bû sedem ku firokexane çend rojan ji xizmetê derkeve.