Civak

Li Colemêrgê demsala çinîna çiltûkê dest pê kir

COLEMÊRG – ji ber rewşa erdê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê, çûltik bi rêbazên berê hat çandin û niha dema çinîna wê ye.
Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê li Çêlê, çûltik bi awayên berê ji ber rewşa erdê ya xirab, hat çandin û paleya wê dest pê kir. Çûltik di destpêka biharê de tê çandin û payizê de jî palehiya wê ye.
Cotkarê gundê Çêlê, yê bi navê Zeydan Akdemîr da zanîn ku cotkaran sibehê şefaqê radibin û dest bi paleyê dikin heta êvrê dereng dimînin.
Akdemîr dibêje, “Ji ber ku ev kar pir zehmet e, cotkaran carê diçin paleya çandiniya malbatekê dikin, ji ber ev kar bê alîkarî nabe. Di heman demê de jî em bi hev re rihek alîkariyê diafirînin û şahî dikeve dilên me.”

زر الذهاب إلى الأعلى