Civak

Li Hewlêrê navenda Tomarkirina Koçber û Penaberan

HEWLÊR- Li parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê Navenda Tomarkirina Koçber û Penaberan tê hate vekirin.
Di vekirinê de, Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê dibêje, ji sala 2014an ve, du milyon penaberên iraqî û sûrî hatine Herêma Kurdistanê û niha milyonek mayê, lê ji ber rewşên şer, kes nikare vegere warê xwe.
Li gorî Ehmed, ev navend ji bo wan penaberan hat avakirin.
Tê gotin heta niha nêzî 250 hezar penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê ne.

زر الذهاب إلى الأعلى