Kurdistan

Rûsya ji bo Kurdên Rojava çi pêşniyar kir?

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên agahdar eşkere kirin ku Rûsyayê pêşniyarek pêşkêşî şandeya “Meclisa Sûriyeya Demokratîk” kir û xwest ku Hêzên Sûriya Demokratîk bibe beşekî hêzên rejîma Sûriyê.
Her wiha li gorî heman çavkanî, dê sîsteme nenavendî bête pejirandin ku derfetên rêveberina xweser ferehtir bibe û bandora saziya serokatiyê li ser kar û barên gundirîn bête sibikkirin.
Malpera “Sûriya TV ” ragijhand ku çavkaniyên Rûsya dixwaze bi rêya vê nêrînê pêkhateya Kurdên Sûriyê regire û ji Washingtonê re misoger bike ku eger Washington biryara vekişîna ji Sûriyê bide, dê Kurd nekevin metirsiyê.
Her wiha Moskowê dixwaze li dijî Tirkiyê pelikên xwe bihêz bike, da ku zextê li Tirkiyê bike ku helwesta xwe li hember rejîmê biguhere.
Rûsya di van hefteyên borî de, çalakîyên xwe yên sîyasî û leşkerî li Sûrîyê zêde kiriye, her wiha diyaloga stratejîk di navbera wê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destpê kirye.

زر الذهاب إلى الأعلى