Kurdistan

Di zindanên Îranê da ciwanekî Kurd hate kuştin

URMIYA – li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê ciwanekî Kurd ji aliyê gardiyanan ve bi êşkenceyê hate kuştin.Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) bi daxuyaniyekê ragihand ku ciwanekî Kurd li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê ji aliyê gardiyanan ve bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.Li gorî komeleyê navê ciwanê Kurd Şahîn Deyrzade ye, beriya niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û cezayê salek û sê meh lê hatibû birîn û di qawîşa 15an a Girtîgeha Navendî ya Urmiyê da digirtin. Komeleyê ragihand ku hefteya borî piştî ku di navbera Deyrzade û rêveberên girtîgehê da alozî derdikeve wî radikin cihekî ne diyar. Roja Sêşemê 28ê Îlonê rayedarên girtîgehê bi rêya telefonê li malbata wî ciwanî digerin û ji wan re dibêjin ku ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe biçin Nexweşxaneya Xumeynî ya Bajarê Urmiyê.Komeleyê di dewama daxuyaniya xwe da got; “Ji ber ku ger cenaze xirab bibe wê doktorên edlî nekaribin lêkolînê li ser bikin, ji ber wê yekê bi zanebûn cenazeyê Şahîn Deyrzade xistibûn nav sandiqa şkestî û xirabbûyî ya morgê û ji ber wê cenaze têk çûbû. Ji bo ku sedemê rastîn a qetilkirina ciwanê Kurd eşkere nebe sedemê mirina wî wek ‘rawestana dil’ nîşan dan. Agahiyên ku ji girtîgehê tên jî nîşan didin ku bi êşkence hatiye qetilkirin.”

زر الذهاب إلى الأعلى