Cihêreng

Vê mehê dê heyv tarî bibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor agahiyên zanistî wê roja 18ê Mijdarê heyv bête girtin û wê bi temamî tarî bibe.
Zanyarên asmanê diyar kirin ku ji ber geometriyê, heyv wê qiraxeke xwe li ber rojê bihêle û ji sedî 3 di nav de wê piraniya wê bikeve bin siya cîhanê. Bi vî rengî wê mirov bi hêsanî girtina heyvê bibînin.
Girtina 18ê Mijdarê weke girtineke bi temamî nehatibe ragihandin jî rûyê heyvê mîna dema girtina bi temamî wê tarî bibe û hinekî jî bi reng xuya bike.
Tê payin ku girtina heyvê saet di 23:18an da dest pê bike. Girtina mezin jî, yanî nixumîna ji sedî 97 ê rûyê heyvê jî saet di 01:02an da pêk were.

زر الذهاب إلى الأعلى