Civak

Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê di bin êşkenceyê da mir

SINE – Hate ragihandin ku welatiyekî Kurd ê bi navê Xusrew Cemalîfer li girtîgeha bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyê jiyana xwe jiyana xwe ji dest daye.
Têkildarî babetê, Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan ên Îranê (HRANA) dibêje, Xusrew Cemalîfer ê 26 salî roja Sêşemê ango 2ê Mijdarê li Girtîgeha Navendî ya Sineyê di encama êşkenceya rayedarên girtîgehê da, jiyana xwe ji dest daye.
Lê lîderên zindana Sineyê îdia dikin ku Cemalîfer xwe kuştiye.
Ji aliyekî din ve jî, Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw jî amaje bi wê kir ku ti belgeyek ku nîşan bide Cemalîfer xwe kuştiye tune ye.
Li gor rapora Hengaw, cenazeyê termê Xusrew Cemalîfer di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê da hatiye veşartin û rê nehatiye dayîn ku ti kes ji malbata wî cenazeyê wî bibîne.

زر الذهاب إلى الأعلى