Kurdistan

Li bajarekî din ê Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyan hate dirêjkirin

COLEMÊRG – Hate zanîn ku desthildariya Tirkiyê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya hemû cûreyên çalakiyan heta 15 rojên din dirêj kir.
Li ser babetê Walîtiya Colemêrgê ya girêdayî desthildariya Tirkiyê ve daxuyaniyek da û ragihand ku ji 13ê Mijdara 2021an heta 27ê Mijdara heman salê , hemû cûreyên çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha heta 15 rojên din qedexe ne.

زر الذهاب إلى الأعلى