Cîhan

RAPOR – Gelo destê hikûmeta Sûriyê di aloziya penaberên Belarusyayê da heye

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyeke Fransî ragihand ku dibe destê serokê Sûriyê di aloziya penaberên li ser sînorê Belarusyayê da hebe.
Di reportajekê da, rojnameya Fransî “Le Journal du Dimanche” diyar ku destê serokê Sûriyê Beşar Esed û serokê Belarusiyayê Aleksander Lûkaşenko, di veguhestina hejmareke mezin a welatiyên Sûriyê, Iraqê û Yemenê, ji balefirgeha navdewletî ya Şamê bo balefirgeha Minskê ya Belarusyayê da heye û bûne sedema krîza penaberan.
Di reportaja bi sernavê “Geştên êşkenceya dawî bo Belarusyayê, manevrayên Beşar Esed”, hate diyarkirin ku navbeynkarên Esed li Belarusyayê roleke mezin di hevahengiya di navbera desthilatên her du welatan da di mijara veguhestina hejmareke mezin a koçberan ji Şamê bo Minskê lîstin.
Li gorî rojnameyê armanc ew e ku fişarê li Ewropayê her wiha li Polonyayê bikin, da ku peywendiyên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re pêk bînin.
Reportajê bal kişand ser wê yekê ku Sûriyên bi rêya balafirên “Ecnihet El-Şam” bo Belarusê hatine veguhestin, piranî ji bajarê Siwêda yê li başûrê welat in.
Rojnameyê behsa rola sereke ya rûsî kir, ku Rûsya Esed xiste nav bazara penaberan da ku fişarê li hin dewletên Ewropayê bike ji bo pêwendiyên xwe bi hikûmeta Sûriyê re asayî bikin.
Duh fêrma balafiran a “Ecnihet El-Şam” ragihand ku wê seferên balafiran bo Belarusiyayê rawestand ji ber pirgirêka koçberan.
Werger: Rastî Press

زر الذهاب إلى الأعلى