Li dijî qedexekirina PKKê kampanyaya haştagê

NAVENDA NÛÇEYAN – Encûmena Medya Dijîtal a Kurdistanê li dijî qedexekirina PKKê kampanyayek li ser platformên medya civakî dide destpêkirin. Li gor daxuyaniya ku li ser hesabên fermî yên Encûmena Medya Dijîtal a Kurdistanê hatiye weşandin, kampanya wê bi dirûşma, ”PKK gel e, gel nayê qedexekirin” birêve biçe.Encûmenê di daxuyaniya xwe da ragihand ku kampaniya dê roja 26ê Mijdarê li gorî demjimêra Amedê 20.00 û demjimêra Brukselê 18.00’an da li tevayî platformên medya civakî bête destpêkirin.Her wiha encûmenè da zanîn ku dê haştagên kampanyayê di demê wê da li ser hesabên wan bêne belavkirin.Li ser hewldanên Tirkiyê, Partiya Karkerên Kurdistan PKKê li Yekîtiye Ewropayê û hin dewletên din ên cîhanê weke rêxistineke terorîst tê naskirin.Dadgeha Bilind a Brûkselê di 28ê Çileya 2020`an da biryara dadgeha îstînafê ya ku PKK rêxistina terorê nahesibîne pejirandibû.