Kurdistan

Li Başûrê Kurdistanê Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn dest pê kir

DIHOK – Li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan hatiye organîzekirin, dest pê kir.
Li gor agahiyan korbend wê 2 rojan berdewam bike û hejmareke kesayetî û berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistan û Iraqê têde hazir bin.
Tê gotin, bernameya karê korbendê, demjimêr 09:00 Mesrûr Barzanî û Serokê Borda Emîndarên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bixêrhatina mêvanan bike û paşê dê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Bizava Hikme Emmar Hekîm gotarên xwe pêşkêş bikin.

زر الذهاب إلى الأعلى