Cihêreng

Rastiya pirtûka “Jînenîgariya Pêxember” ku bêrumetî li Îslamê û Pêxember Muhammed kiriye

NVENDA NÛÇEYAN – Pirtûka dibistanê ya bi navê (Jînenîgariya Pêxember) ku ji aliyê rayedarên perwerdeyê yên “ Hikûmeta Sûriyê ya Demkî“ ve li xwendekarên pola yekem yên herêmên li El-Bab, Qebasîn, El-Raî û Efrînê li gundewarên rojhilatê Helebê hate belavkirin, bû sedema bertekên bi hêrs ên welatiyên herêmê.Piştî belavbûna wêneyên çend rûpelên pirtûkê, li herêmên navborî welatî daketin kolanan û xwepêşandan lidar xistin û xwestin ku ew pirtûk bêne şewitandin.Welatiyan diyar kir ku ew wêneyên di pirtûkê de bê rumetiyê li pêxember û Islamê dikin û agahiyên wê ne rast in. Di wan pirtûkê da wêneyên kesekî ku cilê dawetê li xwe kiribû û hevjîna wî vekirî bû, li jêr wêneyan nivîsên li ser jînenîgariya pêxmber hene, hatine weşandin.Girêdayî mijarê, Hikûmeta Sûriyê ya Demkî li Entaba Tirkiyê, got ku ti zanyariyek wan derbarê vê mijarê de tune yye, tevî ku ew çavêdriya û belavkirin û pesendkirina çapkirina pirtûkan berpirsyariya desteyên wê hikûmetê ye. Lê wan îdia kir ku ew nezanîn ka kîjan aliyan ew pirtûk belav kirine û gotê “Pirtûkên dibistanê yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine pejirandin, ji çapa Weqfa Xêrxwazî ya Qeterê ye û mohra hikûmetê li serheye. Herwiha ti pirtûkeke bi navê Jînenîgariya pêxember di nava pirtûkên dibistanê yên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine belav kirin de tune ye. Wê got ku, hikûmeta demkî ji saziyên li herêma Babê xwest ku bi lez van pirtûkan berhev bikin. Her wiha got ku komîteyek hatiye avakirin ku mijarê bişopîne û berpirsyaran bipirse.

زر الذهاب إلى الأعلى