Kurdistan

Encûmena Ewlekariyê ji bo gotûbêjkirina “tawanên şer” li Sûriyê civînekê li dar dixe

NAVENDA NÛÇEYAN – Encûmena Navdewletî civînek derbarê “tawanên şer” yên di dema şerê desthilatê li Sûriyê da pêk hatin, lidar xist.

Di rûniştina Encûmena Ewlekariyê da, welatên endam nêrînên kes û rêxistinên girêdayî Encûmena Ewlekariyê li ser “tawanên şer” li Sûriyê bihîstin. Ji nava kesên ku axivîn derhênera Sûriyê Waed El-xetîb û yek ji girtiyên berê di zindanê Sûryê da Umer El-Şixrî û parêzer Ibrahîm El-Eblî jî hebûn.

Di civînê da endamên daîmî û ne daîmî yên wekî “Amerîka, Fransa û Brîtanya” û yên wekî Tirkiye, Swêd, Hollanda, Belçîka û hwd beşdar bûn.
Rûniştina ku pêk hat bi forma “Arria” bû, ku civînên pir nefermî û nehênî ne, ku tê de Dewletên Endam dikarin bi rengekî vekirî û bi nermî nêrînan bêjin.
Parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên Sûrî rexne li Encûmena Ewlekariyê kirin danasîna sûcdarên tawanên cengê li Sûriyê de ne dadwer e, û dan zanîn ku opozîsyona Sûriyê jî tawanên hovane li dijî gelê Sûriyê pêk anîn, di serî da rêxistinên mîna Heyet Tehrîr El-Şam / Cebhet Nusra û rêxistina terorîst a DAIŞê.
Hiqûqnasan gotin ku tawan li Sûriyê bê hesab berdewamin Encûmena Ewlekariyê û welatên endam bi siyaseteke dualî kar dikin derbarê tawanên ku li Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî hatine kirin.

زر الذهاب إلى الأعلى