Civak

Li Sûriyê di mehekê da 245 kes hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistineke mirovî ragihand ku di meha mijdarê da li Sûriyê 245 kes hatine kuştin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di Mijdara 2021an da li Sûriyê 245 kes hatine kuştin.
SOHR ragihand ku kesên hatine kuştin 116 sivîl in ji wan 23 zarok û 16 jin in.
Rêxistinê her wiha diyar kir ku xwînrijandin û şer hîna li Sûriyê berdewam e û agirbest tenê wekî bêhnvedana di navbera aliyên şer yên li Sûriyê bû.

SOHRê bang li aliyên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina şerê li Sûriyê bi awayekî rasteqîn û berdewam kar bikin.

زر الذهاب إلى الأعلى