Kurdistan

Çarenûsa 9 koçberên Rojhilatê Kurdistanê nediyar e

Navenda nûçeyan – Piştî ku dewleta Tirkiyê ew  radestî çeteyên El Nusra kirine, malbatên 9 koçberên Rojhilatê Kurdistanê li Tahranê kombûn û daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin.

Dewleta Tirk a dagirker 9 koçberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê radestî çeteyên Eniya El Nusra kiriye û hîn çarenûsa wan nayê zanîn.

Çapemeniya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di 22’ê Tebaxa 2021’an de 9 koçberên Kurd ên xelkê bajarê Sedeşt ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê polîsên dewleta Tirk a dagirker ve li Tirkiyeyê hatin binçavkirin. Heman çavkaniyê ragihand ku dewleta Tirk wan koçberan radestî koma çeteyan ya El Nusra yên li Suriyeyê kirine. Ji wê rojê ve aqûbeta koçberan nayê zanîn.

Malbatên koçberan li Tahranê xwestin li ber derê balyozxaneya Tirk aqûbeta zarokên xwe bipirsin, lê li gorî agahiyan polîsên Îran nehiştin malbat nêzî balyozxaneyê bibin. Tê gotin di dema derketina balyozê Tirk ê Tahranê de, polîsan êrişî malbatên koçberan jî kirine.

Navên koçberên hatine radestkirin evin:

Mubîn Weled Beyg, Efşar Rustemî, Behman Şardewan, Mesud Heyderî, Seîd Ehmedî, Ferdîn Derwîş Pur û Hedayet Ruxzadye.

زر الذهاب إلى الأعلى