Kurdistan

Li navçeya Mexmûrê 6 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Iraqê ragihand ku navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Nînewa 6 çekdarên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst hatine kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand îro di encama bombebarana artêşa Iraqê de li Çiyayê Qereçox yê li nêzî navçeya Mexmûrê 6 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li Çiyayê Qereçox bi piştgiriya balefiran li dijî çekdarên DAIŞ’ê êrişek pêkhat.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama bombebarana bi helîkopteran pêkhat de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Di demên dawî de tevgera çekdarên rêxistina terorîst DAIŞ’ê li derdora Çiyayê Qereçox zêde bûye.

زر الذهاب إلى الأعلى