Kurdistan
Li şêniyên cîhanê 74 milyon kes zêde bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara şêniyên cîhanê di sala 2021’an de 74 milyon zêdekir û bi vî awayî hejmara şêniyên cîhanê gihişt 7.8 milyar mirovan.
Li gorî amarên Ofîsa Serjimêriyê ya Amerîkayê, di sala 2021’an de bi rêjeya ji sedî 0,9 şêniyên cîhanê zêdekiriye.
Li gorî nûçeya Euronews’ê, di sala 2022’an de li cîhanê tê pêşbînîkirin ku di her saniyek de 4,3 ji dayîkbûn û 2 mirin werin tomarkirin.
Di cîhanê de Çîn bi şêniya xwe ya 1 milyar 439 milyon û 323 hezar di rêza yekem de cih digre, piştî wê jî Hindistan bi şêniya xwe ya 1 milyar 380 milyon 4 hezar di rêza duwem de, Amerîka jî bi şêniya xwe ya 332,4 milyon kes di rêza sêyem de cih digre.