3 çeteyên DAIŞê li Iraqê hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN-Îro 3 çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê hatin girtin ku yek ji wan efserekî berê yê artêşa Iraqê ye.
Çapemeniya Iraqê û Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kirin ku çeteyê yekê li xwe mikur hatiye, di Dîwana Cund ya Endezyariya Leşkerî de kar kiriye û bi şopandina plana parastina bajarê Mûsilê hatiye erkdarkirin, ji ber ku berê di artêşa Iraqê de efser bû.
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku çeteyê duyem jî teqemenî li Kerkûkê çandine û tevlî gelek êrişên li dijî hêzên ewlehiyê li çiyayên Esel û Icêl bûye.
Têkildarî çeteyê sêyem jî dibêjin ku ew di Dîwana Cund ya Selahudîn El-Eyûbî de kar kiriye, erka hesabxwestinê ji welatiyên li dijî perspektîfên DAIŞ`ê derketine, kiriye û tevlî 2 operasyonên leşkerî yên li dijî pêşmergeyan bûye.
ÇAVKANÎ: ANHA