Kurdistan

Li Çewliga Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.7 erd hejiya

NAVENDA NÛÇEYAN – li parêzgeha Çewligê yê Bakurê Kurdistanê îro berê sibê bi pileya 4.7 erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn ya Tirkiyê (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 03.49an de bi pileya 4.7an, 7 km di bin erdê de li navçeya Xolxolê pêk hatiye.

Walitiya Xarpêtê ragihandiye  ku bandora erdhejê li navçeyên Dep û Paliyê bûye û heta niha derbarê zirar û ziyanan de agahiyên nerênî ji wan re nehatiye.

Kadîr Ekîncî, Waliyê Çewlîgê jî derbarê erdhejê de daxuyanî daye û gotiye ku navenda erdhejê navçeya Xolxolê ye di saet 03.49an de bi pileya 4.7an pêk hatiye.

زر الذهاب إلى الأعلى