Kurdistan

Hêzên hikûmeta Şamê 5 sivîlên Kurd li gundewarê Helebê girtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Hikûmeta Şamê 5  welatiyên Kurd, dema ew li ser rêya Reqa-Helebê di deriyê rojhilatî bajarê Maskenah re derbas dibûn, girtin.

Li gorî çavkaniyên herêmî welatiyên girtî 5 kesên ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ne, û bi armanca çêkirina hin kaxezên zanîngehê û serdana xizmên xwe ber bi Helebê ve diçûn.

Çavkaniyan dane zanîn ku bendeke kontrolê ya “istixbara asmanî“ û “Firqeya Çaran“ ew li deriyê bajarê Meskenê girtin û birin navendeke istixbaratan ya bajêr.

Her wiha hate gotin ku istixbarata Sûriyê ew welatiyên sivîl, bi  hevkarîkirina bi “komên cudaxwaz” re tawanbar kirine, ku ev yek tirsê li ba welatiyên Kurd çêdike ku nikaribin di navbera herêmên bakurê rojhilatê Sûrîyayê û deverên hikûmetê de tev bigerin.

زر الذهاب إلى الأعلى