Cihêreng

Her 10 rojên pêketina Corona 10 alan ji temenê me kêm dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Biyolog û lêkolînerê Zanîngeha Moskowê Maxim Skolachev, eşkere kir ku pêketina bi nexweşiya “Covid-19” heta çi astê dikare bandorê li temenê biyolojîkî yê mirov bike.

Di hevpeyvînekê de ligel Radyoya Sputnikê, Skolachev got ku tenduristiya kesê ku li dijî vîrusa Koronayê nehatibe derzîkirin, dê rastî çend faktorên neyînî bê ema ku bi vîrosê bike, û ev faktorên neyînî dikarin bibin sedema ku laş di nav deh rojan de deh salan pîr bibe.

Her wiha diyar kir, “Eger kesek derziya dijî-Coronavirus wernegirtibe, û bi nexweşiya Covid-19-ê bikeve, ew di rastiyê de bi bandorên tenduristiyê re rû bi rû dimîne, û tişta ku pêwîst di nava deh salan de bi laş bê, bi nav 10 rojan pêk tê.

Biyolog got, berevajî pêvajoya pîrbûna xwezayî, ev bandorên ku di encama pêketina vîrusa Corona de pêk tên, dikare bi rêya dermankirinê bêne derbaskirin.

زر الذهاب إلى الأعلى