Kurdistan

SOHR: “DAIŞ`ê” kiryarên hovane li zindana Xiwêran pêk anîn

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov SOHR`ê Ramî Ebdulrehman ragihand ku rêxistina terorîst DAIŞ`ê di êrîşa xwe ya li ser girtîgeha Sînaa  ya Hesekê de gelek kiryarên hovane pêk anîn, wek qutkirina laşan, perçekirin û jêkirina serê wan û şewitandina termên hejmarek xebatkarên girtîgehê di firna wê de.

Ramî Ebdulrehman ji Sky News Arabia re got jî: Bo yekem car terorîstên DAIŞê dest û lingên girtiyan jê kirin, weke ku li ser hejmarek karmend û xebatkarên girtîgeha Xiwêranê pêk hat ku di nav wan de xwarinpêj, nanpêj û paqijker jî hebûn. .

Her wiha wî amaje bi wê yekê jî kir: “Bêguman hijmarên zêdetir hene, lê hejmara piştrastkirî ya wan kesên ku di hundirê firneyên hatine şewitandin 4 kes in ku hemû xelkê herêma Kobanî ne, herwiha serjêkirina zêdetirî 28 karmendên girtîgehê. Ev yekî dide diyarkirin ku pêwîste civaka navdewletî metirsiya DAIŞ`ê paşguh neke.

زر الذهاب إلى الأعلى