Cihêreng

Omicron êdî bi sewalan jî dikeve

NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku hin sewalên çolê jî bi Omicronê dikevin. Zanyaran diyar kir ku xezala dûvik spî ya girvea Staten li New Yorkê bû yekem heywana çolê ya naskirî ku bi mutantê Omicronê ketiye.

Ev nûçe di lêkolînek nû de ku ji hêla zanyarên Zanîngeha Penn State, Zanîngeha Chicago, Rêxistina NGO ya White Buffalo, Parks and Recreation City New York, û hejmarek saziyên din ve hatiye çêkirin, hate eşkere kirin. Belegeya roja Duşemê li ser bioRxiv hate weşandin.

Zanyaran nimûneyên xwînê yên ji 131 xezalan, ku di navbera nîvê Kanûnê û dawiya Çileyê de hatine berhev kirin, analîz kirin, û derket holê ku ji sedî 15ê heywanan xwedî antîkorên “Covid” in. Di dema ceribandinê de ji 68 xezalan ku bi PCR ve hatine ceribandin, 7 jê vegirtî hatine dîtin.

Li gorî lêkolînan dibe ku hin heywanên bi Omîkronê vegirtî berê bi mutantên “Covid” yên din jî ketibin.

زر الذهاب إلى الأعلى