Cihêreng

Parastina azadiya jinê standina rizgarî û azadiya welat e

Çira Dêrsim

JIN NÎVÊ CIVAKÊ YE Û NÎVÊ DIN PERWERDE DIKE”

Di hişmendiya bavik salarî de, rola jinê di civakê de tine bû û nikarîbû nêrîna xwe di tiştekî bide. Di dema berê de, hişmendî û şideta zilam li ser jinê diçewisandin û di civakê de wan weke kole didîtin. Keç di kîjan temenî de ba dihat zewcandin. Gelek caran jî jin bê xwendin diman, digotin jin tenê ji karan re ye. Tu carî pêşketin ji jinê re ne dixwestin çimkî hişmendiya wê ji ya zilam bêhtir bû.

“PIŞTÎ GOTINA Lêderê PKK, JINÊ XWE JI QONAXA ÇEWSANDINÊ DERXIST”

Her dem dixwestin jinan di bin xwe re bibînin. Di wê demê de jî mafê jinê di tiştekî de tine bû. Jin ji malê dernediket û li ser fikrê zilamê serdest dimeşiyan .Lê niha di serdema Rojava de ev tişt hatiye guhertin. Bi taybetî piştî gotina Lêderê PKK, Ebdullah Ocalan, jin nîvê civakê ye û nîvê din perwerde dike, bi vê mebestê jinan li ser fikir û felsefeya serokatî meşiyan. Êdî jinê xwe ji wê qonaxa çewsandina di navbera her çar dîwaran derdixe, doza mafê xwe dike û nepejrandina tundiyê ji ser xwe radike.

“AMADEBÛNA JINÊ DI QADÊN ŞER DE HEYE”

Di dîrokê de,  gelek nivîskar û dîroknas rola jinê di jiyanê de dane xuyakirin. Weke dayîk, jin, yar û rêbera miletan jî. Gelek şaristan bi rêvebriya jinê bûn sembolên hêz û pêşveçûnê. Jinê da xuyakirin ku ew xwedî biryareke rast e, dikare serokatiya welatan bike û beşdariya mêran di hemû mijaran de. Herwiha di bazirganiyê de jî jin beşdar bû û bû sedema serkeftina welatê xwe. Di her qonaxê de jin rastî zordariyê dihat. Di piraniya civakan de mafê jinê dihat veşartin û jin ne weke mirovekî xwedî maf bû, tenê mîna koleyekê bû ji mêr re. Berxwedana wê her dem dewam dikir. Lê alîkarî jê re tune bû, ji bo vê yekê, jinê gelek zehmetî dît û nikarîbû xwestekên xwe weke mirov pêk bîne, ew guhdara mêran bû. Lê gav bi gav hewl da ku rahêje perdeya tarî ya nezanînê ji ber çavên xwe û da zanîn ku ew endameke pir girîng e di civakê de, nabe ku tu kes bi nerînek kêm li wê binêre. Bi Hemû derfetan jinê alîkariya mêr dike, di hemû mijar û deran de.

“JINÊ JI BO PARASTINA WELATÊ XWE, BI MÊR RE RAKIR ÇEKAN”

Herwiha amadebûna jinê di qadên şer de jî hebû û hê jî berdewam e, berxwedana jinê ne tenê di warê civakî de heye, jin bi hestin xurt berê xwe dide qadên şer, mil bi mil li gel mêran şer dike, ji bo parastina axa welatê xwe bê tirs ji zordariya tu kesî. Bê guman beşdariya wê di qadên şer de, dibe sedema hêzeke pir mezin ji bo ku diyar bike ku nabe di civakê de cudahî di navbera wê û mêr de hebe, divê tenê dengê mirovayiyê bi serkeve, ne desthelatiya mêr li ser jinê.

“JIN BI ŞERÊ XWE DOZA AZADIYA JINÊN CÎHANÊ DIKE”

 Dema ku jin radihêje çekan, ew dibe veguhestinek ji qûnaxeke pir zehmet re. Tirsa ji dengê mêr dibe hêzeke ji wê re li himberî dengê qadên şer. Taybetmendiya jina şervan di tevayiya cîhanê de belav bû û bû gaveke dîrokî ji bo parastina mafê jinê. Gelek jinên kurd bûn sembolên azadiyê û bûn mûm di tariya welatê xwe de. Ji ber ku rewşa welatê xwe bi asteke mezin nêzî rewşa xwe dibînin. Kombûna sîstema bi salan hişt ku jin ha ji mafê xwe yê veşartî hebe û ji xewa nezanînê şiyar bibe, dest bi çalakiyên xwe di warên çand, raman, huner û siyasetê jî kir; bû rêbereke xurt di gelek rêxistinan de daxwaziya mafê welatê xwe kir.

“JIN BI DILÊ XWE AZAD E, RIZGAR E Û ÇELENG E”

Jin bi şerê xwe doza azadiya jinên cîhanê dike. Doza rawestandina tundûtijiya li ser jinê dike, ne tenê azadiya welat, lê azadiya civakê jî ji ramanên kevneperest e. Bawermendiya jinê bi giringiya standina maf û azadiyê bû sedemek ji berdewamkirina jinê re di şer de. Jina şervan dengê jinê li tevayiya cîhanê gihand kesê kevneperset û paşveçûyî û piştras kir ku ti carî jin nayê şikandin. Weke mînak: Jina ku li Rojavayê Kurdistanê, bi hestin çeleng û xurt, li himberî hêzên paşketî û tundrew şer dike, ew rûmeta xwe û welatê xwe diparêze û tu carî qebûl nake ku tu kes vîna azadî, aştî û jiyana civaka wan bişkîne, tenê keç û xortên welat dikarin axa xwe biparêzin. Herwiha heta ku zilm û zoredarî hebe xebata jinê berdewam e. Ji ber jin bi dilê xwe azad e, rizgar e û çeleng e. Her dem û her gav serbilind e. Welat bi alîkariya wê bi ser dikeve û pêş ve diçe. Parastina azadiya jinê standina rizgarî û azadiya welat e.

زر الذهاب إلى الأعلى