Henna: Mafê me yê rewa di bersivdayîna wekhev li hemberî artêşa Tirkiyê de heye

NAVENDA NÛÇEYAN-Encûmena Leşkerî ya Siryanî ya girêdayî Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) bersiva êrişên hêzên Tirkiyê dide.
Matayî Henna, Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Siryanî li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ragihand ku, careke din artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar êrişên xwe li dijî herdu bajarokên Zirgan û Til Temir zêde kirine.
Matayî Henna eşkere kir ku êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar destûrê didin ku şaneyên DAIŞ’ê tevbigerin û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.
Henna herwiha dibêje em dewleta Tirk ji van binpêkirinan berpirsyar dibînin û parastina axa xwe em paşguh nakin.
Hanna diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Sûriyê di bin sîwana Hêzên Sûriya Demoqratîk de tevdigere û mafê wan yê rewa di bersivdayîna wekhev li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê de ye.
Di 3’ê Nîsanê de balafireke bêmirov ya artêşa Tirk ya dagîrker li bajarokê Til Temirê wesayîteke Fermandariya Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Sûriyê hedef girt û di encamê de yek ji rêveberên wê Meclisa Marqan hedef girt.