Kurdistan
Li Silêmaniyê teqîn pêk hat 13 kes birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Li kargeheke hesin ya li herêma Tancero ya parêzgeha Silêmnaiyê li Başûrê Kurdistanê teqînek pêk hat. Di encamê de 13 kes birîndar bûn.
Li yek ji ocaxên kargehên hesin ên li herêma Tancero ya Silêmnaiyê teqînek pêk hat.
Rêveberê Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê Dr. Umêd Elî ji ajansa Rojnew`ê re diyar kir ku 13 karmendên kargeha hesin ji ber birîndarbûnê rakirine nexweşxaneyê û got: “Yek ji birîndaran piyê wî jê bûye û 2 kesên din jî şewitîne.”