Kurdistan

Kiryarên Tirkiyê riya berxwedana Kurdan nagire

 Çira Dêrsim

Ji detpêka ku gelê Kurd xwe li dinyayê dîtine her dem êriş li ser berxwedaniya wan tê meşandin. Lê ew tu carî xwe li hember hovîtiyê ker, kor û lal nakin. Her dem di rûyê dijmin de disekinin. Çi bi hêzê be çi bi rijandina xwînê be.

Dewleta Tirk ya dagîrker dirêjiya sedsala 20an û heta niha siyaseta komkujî û qirkirinê li dijî gelê kurd pêk tîne. Di encamê hişmendî û zihniyeta desthilat yak u dewleta Tirkî bi rê ve dibe, ew hişmendiya nijedperest e ku ji bilî xwe teqbûl nake û kesekî nas nake. Herwiha bi vî awayî bi desthilata AKPê re, bû xwedî taybetmendiyeke dî, weke olperest nejedperest. Lihevkirin di navbera herdu hişmendiyan de çêdibe û siyaseteke faşîst li dijî gelê kurd derdikeve holê.

Dewleta Tirk siyaseteke hov û faşîzane ya qirkirinê li hemberî gelê Kurd bi hemû şêwazan dide meşandin. Ji bow ê bi tu şêwazan hebûna gelê kurd, destkeftinên gelê kurd nêr û çandê wan tu carî qebûl nake. Dagîrkeriya Tirkiyê destkeftekî piçûk li ku derê dibîne, bi awayekî hovane êriş dike.

Di hundirê bakurê Kurdistanê de li hemberî siyasetmedar, zimanê kurdî, sazî, rêxistinên medenî û hiqûqî, şaredarî, kesên ku bi dengê gel derdikevin û ketine perlemenê yan jî bûne berpirsiyar di şaredariyan dem bi şêwazekî hovane êrişî wan dike û weke ku îradeya wan ya siyasî nasnekin bi hezaran mirov xistinezindanan de.

Li rojavayê Kurdistanê şer û êrişên dagîrkeriyê li hemberî Efrîn pêş xistin. Herwiha Serê Kaniyê û Girê Spî jî. Bi dagîrkirina van bajaran têe nebû, niha jî dixwaze çi herêmên kurdan ku mane, wan jî di qirkirinê û komkujiyê re derbas bike. Ji bow ê komên terrorist yên çete, bi destê wan, bi pir sîsteman û bi rêk û pêk siyasta qirkirin, koçberî û guhertina demografiyê pêş dixin. Bi taybetî Efrîn siyasetek di jinoseydê de pêş dikeve.

Dewleta dagîrker dixwaze nasnameya Efrîn û herêmên ku di dîroka xwe de bi nasnameya kurdî û neteweyî tên naskirin, wan qir bike. Dagîrkeriya Tirkiyê rojane li Serê Kaniyê û Girê Spî van kiryaran pêk tîne, bi taybetî li Efrînê kiryarên kuştin, revandi, destdayîna ser mal û milkê xelkê, hem jî destdirêjiya ser jinan, pêş dixe.

Dive derbarê de jî, gelek raporên saziyên mafê mirovan yê cîhanî, qomîteya lêkolînên serbixwe yên neteweyên yekbûyî û gelek alî û saziyên navdewletî kişandin ser van kiryaran lê tu carî dewleta Tirkî ev rexne di derheqê xwe de berbiçav ne girt û her diçe kiryarên xwe di herêmên kurdî de, tund tir dike.

Di vê wateyê de dewleta faşîst ya tirkiyê, pilana xwe ya qirkirin û tunekirinê li hemberî gelê kurd dimeşîne û guh nade tu kesî, weke ku ji her kesî re bêje hu çi dikin bikin, ezê oilana xwe bibim serî. Lê çima ji aaliyê dewleta Tirkiyê ve, bi vî awayî meydanxwendin çênabe û guh nade saziyên navdewletî û rexneyên derve? Tevî ku dewleta Tirkî xwedî têkiliyên kûre hem di aliyê abûrî, ewlehî û hem jî di aliyê leşkerî bi welatên ewrupa û endamekî esasî yê natoyê re.

Hebûna gelê berxwedêr ji qirkirina dagîrkeriya Tirkiyê mezin tire. Gelê kurd bi yek destî û bi yek ruhî li hemberî faşîstan disekin e. Ew tu carî xwe li qelsiyê danîne. Çiqas êriş bi ser gelê kurd de bê, ewqasê jî berxwedaniyê dikin.

زر الذهاب إلى الأعلى