Civak

Li Efrînê di şer û pevçûnên di navbera komên “Artêşa Wetenî” de kuştî û birîndar hene

NAVENDA NÛÇEYAN- Di encama şer û pevçûnên di navbera endamên “Artêşa wetenî ya Sûriyê” ya bi piştgiriya Tirkiyê de li bajarê Efrînê, li bakurê rojavayê Helebê, roja Şemiyê 23ê Nîsanê, ciwanek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku li gundewarê Helebê ciwanê bi navê Mistefa El-Baş, dema ku “texsiya” xwe diajot li kolanekê ku şer û pevçûn di navbera endamên komên “Artêşa Wetenî” de diqewimin, bi guleyekê ku li serê wî ket, hat kuştin.
Li gor agahiyan ku ew xort xelkê Xûtaya Rojhilatî ye, pênc zarokên wî hene, ji bilî du zarokên birayê xwe yê kuştî, tenê debara malbata xwe dike û di encama şer û pevçûnan de kalekî birîndar bû û ji bo dermankirinê hat veguhestin.

زر الذهاب إلى الأعلى