Civak

Êrîşên Tirkiyê bi qasî 1 milyar û nîv ziyan gihandiye gundên Zaxo

Zaxo – Berpisên Herêmî yê Başûrê Kurdistanê ragihandin ku êrîşên artêşa Tirkiyê bi qasî 1 milyar dînaran ziyan gihandiye gundên herêma Zaxo.

Qaymeqamê navçeya Zaxo ya bi ser parêzgeha Dihokê ya herêma Kurdistanê Mişîr Beşîr, ji toreya Rûdawê re ragihand, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê bi qasî 1 milyar dînaran ziyan gihaye 22 gundên Zaxo, yek ji wan jî gundê Bihêrê yê ser bi nahiya Derkarê ve ye ku ji 26 Gulanê ve vala ye û xelkê gund pez û ajelên xwe jî firotine.
Ji aliyê din ve, ji ber operasyonên Tirkiyê bi qasî milyarek û 600 milyon dînar ziyan gihane gund û bax û navçeyên geştiyariyê yên Zaxo.

Operasyonên Tirkiyê bi heman rengî ziyaneke bi qasî 600 milyon dînarî jî gihandiye 28 cihên geştiyariyê.

Li gor daneyên qewmiqamiya Zaxo ziyan bi bihayê 600 milyon dînaran li 28 cihên geştyarî ketiye, her wiha ji ber şer û operasyonên Tirkiyê ziyanên gundê wê navçeyê milyarek û 600 milyon dînar in ku bi 50 gund û cihên geştyarî ketine.

زر الذهاب إلى الأعلى