Kurdistan
Welatiyekî Kurd li Efrînê hate girtin

NAVEDA NÛÇEYAN- Ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve, welatiyekî Kurd li Racoya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hate girtin.
Polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve, roja 9ê Gulanê li Efrînê li gundê Kawinde yê Nahiya Raco welatiyê bi navê Remzî Bekir piştî vegera wî ji Helebê girtine û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Li gor agahiyan ku Remzî Bekir şofêrê xeta Heleb- Şamê bû, ji ber şer dest ji wî karî berdabû û berî mehekê ji Helebê vegeriyabû gundê xwe.