Civak

Li Rojavayê Kurdistanê pêketiyên Coronayê zêde dibin

ROJAVA – Li bajarên Rojavayê Kurdistanê, hejmara pêketiyên Coronayê di van rojên dawî de zêde bûye. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa dibêje, di 24 saetên derbasbûyî de 187 kes li herêmên Rêveberiya Xweser bi Coronayê ketine. Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta niha 22 hezar û 831 kes li herêmên Rêveberiya Xweser bi Coronayê ketine, ji wan 802 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 12 kes jî baş bûne.

زر الذهاب إلى الأعلى