Cîhan

Gera 8. a civînên Komîteya Destûra Bingehîn bêyî ti pêşketinekê bi dawî bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Civînên “Komîteya Destûra Sûriyê” ya 8emîn li Cinêvê, weke hemû gerên berê, bêyî bidestxistina encamên girîng bi dawî bû.

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen got ku gera heştem a danûstandinên vê hefteyê, bi serokatiya serokên şandên hikûmet û opozîsyonê, kêm pêşkeftin bi dest xist.

Wî bal kişand ser guftûgokirina tedbîrên yekalî ji aliyê destûrî, serweriya destûrê, hiyerarşiya peymanên navneteweyî, parastin û bihêzkirina saziyên dewletê û dadweriya veguhêz û pêşnûmeyên metnên destûrî di nava rojekê de hatin gotûbêjkirin. ji bo her yek ji prensîbên ku ji aliyê her şandeyê ve hatine pêşkêş kirin.

Di roja pêncemîn de heyetan di çarçoveya nîqaşên hefteyê de guhertinên li ser metnan pêşkêş kirin û ev sererastkirin hatin nîqaşkirin. Ofisa Perderson di daxuyaniyekê de got: “Di hin metnan de cudahiyên girîng mane, di hin metnên din de jî nîşanên hevpariyê derketine.”

Şanderê Netewên Yekgirtî amaje bi leza hêdî ya kar û nekarîna berdewamiya gihiştina lihevhatinên destpêkî bi şêweyekî konkrêt û danasîna deverên ku dikarin pêşketinên berçav bibînin, kir.

Şanderê taybet bangewaziya xwe ji hemû endamên Komîteyê dubare kir ku bi hesta lihevkirinê li ser tekstên destûrî yên ku dê piştgiriyeke mezin di nav Sûriyan de werbigirin kar bikin, û hevserokan li hev kirin ku gera 9` di 25 ta 29 tîrmeha 2022`n li Cinêvê bête lidarxistin.

زر الذهاب إلى الأعلى