Cîhan

Biden desthilatê dide Wezîrê Berevaniyê ku bakur-rojhilat û rojavayê Sûriyê ji cezayan dûr bixe

Navenda Nûçeyan – Serokê Amerîkayê Joe Biden,  Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin erkdar kir ji bo pêkanîna biryarên derbarê dûrxistina navçeyên bakurê rojhilat û rojavayê Sûriyê ji sizayên Amerîkayê yên li ser hikûmeta Sûriyê da. .

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Qesra Spî ve hatiye belavkirin, tê gotin ku “Serokê Amerîkayê di bin desthilatiya ku li gorî destûr û qanûnên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jê re hatiye dayîn, Wezîrê Berevaniyê hate erkdarkirin ji bo rakirina hin sînoran li ser lêçûnên projeyên avakirin û çaksaziyê yên ji bo piştgirîkirina kampanyaya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê.”

زر الذهاب إلى الأعلى